Li Rojhilata Kurdistanê heft girtîyên sîyasî yên kurd hatin berdan
Heft girtîyên sîyasî yên kurd, ku bi tohmeta endamtî di rêxistinên îslamî yên selefî de hatibûn girtin, hatin berdan.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Roja 22 vê mehê, 7 girtîyên sîyasî yên kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Ormîyê hatin berdan.
Li gorî agahîyan, tevahîya wan kesan 5 sal berê bi tohmeta endamtî di rêxistinên îslamî-selefî de hatibûn girtin.
Navên wan kesên ku hatine berdan, ev in:
Xefûr Ewsar (Bokanî)
Yûsif Kamilen (Mehabadî)
Mensûr Çopanî (Bokanî)
Mihemed Pîşbîn (Neqede)
Qadir Selîmî (Bokanî)
Celal Rostemî (Bokanî)
Hebîb Emînî (Ormîye)
Basnews
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin