Li rojhilatê Helebê 12 sivîlan canên xwe ji dest dan

Li rojhilatê Helebê 12 sivîlan canên xwe ji dest dan

Li rojhilatê bajarê Helebê yê Sûrîyê ji ber di herifîna avahîyekê 12 sivîlan canê xwe ji dest dan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor berpirsên bajêr û Şaredarîyê, ji ber avakirina neyasayî, barana zêde û zerarên şerê navxwe ku berî çend salan li Helebê çêbibû avahî ji nişkê ve herifî. Li 36 taxên rojhilatê Helebê, ji sedî 50yê avahîyan, ku di navbera 2012ê û 2016ê de rûbirûyî bombebaranê û topbaranê bibûn, ber bi herifandinê ve diçin.

Li vê derê li taxa Meadî li Helebê ku dikeve bakurê Sûrîyê, ji ber herifîna avahîyeke sivîlnişîn 12 kesan canê xwe ji dest dan, herwiha hijmarek kes jî birîndar bûn.

Tîma rizgarikirinê û hêzên ewlekrîyê yên Sûrîyê bi hevahengîya hev, sivîl ji bin kavilan derxistin.

Serokê Şaredarîya Helebê, Mead Mudlicî ragihand: “Gelek tax li Helebê bê molet, û bi awayekî bêserûber hatine avakirin, herwiha gelek avahî jî bê nexşeya endazeyî û bê bingehên qayîm hatine çêkirin, û di encama şerê navxweyî de piranîya van avahîyan rûbirûyî zerarên zêde bûne, ev yek dibe sedema herifandinê.”

Li gor heman berpirs û çavkanîyên endazyarî, piştî bidawîbûna şer li rojhilatê bajarê Helebê, û vegera xelkê bo nav avahîyên pir qat, gelek ji wan avahîyan hatin xwarê, lewra Bernameya Avakirinê ya Neteweyên Yekbûyî hişyarîyê dide xelkê, ku divê li wan avahîyan niştecî nebein heta bên taqîkirin.

Serokê Şaredarîya Bajêr herwiha dibêje: “Li van Taxan Muxtar, berpirsên şaredarîyê û tîmên xizmetguzarîyê avahîyên zerardîtî dişopînin, dema ku nîşanên herifandinê di avahîyekê de dîyar bibin, yekser em tîmên rizgarkirinê dişînin, daku wê avahîyê ji xelkê vala bikin, lê derbarê vê avahîyê ew yek ji me re dîyar nebû.”

Li gor çavkanîyên endazyarî li 36 taxên rojhilatê  helebê, ji sedî 50yê avahîyan, ku di navbera 2012ê û 2016ê de rûbirûyî bombebaran û topbaranê bibûn, ber bi herifandinê ve diçin. Lewra di Sibata borî de bi fermana parêzgarê Helebê, 4 hezar malbat ji hezaran avahîyên zerardîtî hatin derxistin û li avahîyên alternatîve hatin bicîhkirin, heta ku avahîyên wan bên nûjenkirin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin