Li Rojhilatê Kurdistanê 10 xwepêşandanên din ji aliyê Rejîma îranê ve hatin kuştin
.
Di xwepêşandanên li çend bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê de 10 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Li Sine, Kamyaran, Seqiz, Îlam, Bokan, Mehabad, Qurwe, Ciwanro, Awdanan û çend bajar û bajarokên din ên Rojhilatê Kurdistanê îro Çarşemê 11ê Mijdara 2022an xwepêşandan hatin lidarxistin. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, di xwepêşandanên îro de 10 kesan canê xwe ji dest dane.
Endamê encûmena rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê Erselan Yarehmedî ji Rûdawê re ragihand, di xwepêşandanên Bokanê de 3 xwepêşanderên bi navên Mihemed Hesenzade, Esed Rehîmî û Salar Micawir û 2 xwepêşander jî li Seqiz û Kamyaranê canê xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyên, li bajarê Awdanan ê parêzgeha Îlamê jî xwepêşanderek hat kuştin.
Li aliyê din Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku li bajarê Îsfehanê 2 leşker ji aliyê xwepêşanderan ve hatine kuştin û 2 leşker jî bi giranî birîndar bûne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin