Li Rojhilatê Kurdistanê bi hêza 5,6 erdhejekê rûda

Li Rojhilatê Kurdistanê bi hêza 5,6 erdhejekê rûda

.

A+A-

Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê di demjimêra 06:16 xulekan de erdhejekê bi pileya 5,6 rûda.

i bajarê Xoyê yê Rojhilatê  Kurdistanê di demjimêra 06:16 xulekan de erdhejekê bi pileya 5,6 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li bajarê Xoyê bi hêza 5,6 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 06:16 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye û li bajarên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.

Hat diyarkirin ku navenda erdhejê, 29 kîlometre dûrî navçeya Elbak a ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin