Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hate kuştin
.
A+A-
Li Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana leşkerên Îranê de kolberek hate kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên xwecihî doh êvarê li navçeya Bestamiyê ya Seqizê nobedarên sînorî yên Îranê gule li kolberan reşandin.
Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Mensûr Mihemednecadê 45 salî yê ji Seqizê canê xwe ji dest da.
Herwiha li navçeya Newsûdê ya parêzgeha Kirmaşanê jî doh nobedarên sînorî yên Îranî gule li kolberan reşandin.
Di gulebaranê de kolberê bi navê Peyman Mihemedî birîndar bû.
Li gorî zanyariyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di sala 2023yan de li parêzgehên Sine, Kirmaşan û Urmiyeyê herî kêm 29 kolber hatine kuştin û 228 kolber jî birîndar bûne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin