Li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna mamosteyan berdewam e
.
Encûmena Mamosteyên Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna xwe ji girtina endamên xwe nîşan dide.
Encûmena Pîşeyî ya Mamosteyên Merîwanê girtina endamê Desteya Rêveber a Encûmenê şermezar kir û diyar kir ku girtina endamên wê rê li ber nerazîbûnan nagirin.
Duh hêzên hêzên Îranî, bi ser mala endamê Desteya Rêveber a Encûmena Pîşeyî ya Mamosteyên Merîwanê Şeban Mihemedî de girtin û ew desteser kirin.
Encûmena Pîşeyî ya Mamosteyên Merîwanê got ku li şûna ku daxwazên mamosteyan lêkolîn bikin dixwazin mamosteyan bêdeng bikin.
Encûmenê daxwaza serbestberdana Şeban Mihemedî di zûtirîn dem û bê şert û merc de dike.
Mamostayên dibistanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê duh di roja duyem de di waneyên xwe de amade nebûne.
Mamoste li odeyên mamosteyên dibistanê li hev civiyan û amade nebûn bikevin dersxaneyan an jî waneyên xwe online bidin.
Encûmena Pîşeyî ya Mamosteyan jî ragihand ku di roja duyem de li 300 bajar, navçe û gundan perwerde hat ragirtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin