Li Şamê komeke çekdar êrîşî Kurdan kir

Li Şamê komeke çekdar êrîşî Kurdan kir

.

A+A-

Hate ragihandin ku komeke çekdar a ji Dêrazorê çûye Şamê, bi ser taxeke Kurdan de girt û hejmarek welatî birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.

Li gorî çavkaniyên ji Şamê, li devera Zoravayê ya Şamê komeleke girêdayî komên çekdar ên artêşa niştîmanî ya Sûriyeyê ku girêdayî Tirkiyê ye, bi ser devera Zoravayê ya Şamê de girt, ku piraniya xelkê wê deverê Kurd in.

Ciwanekî Kurd bi navê Koman, ku li wê taxê xwediyê dikaneke kincan e, di wê êrîşê de bi giranî birîndar bû û hejmareke welatiyên Kurd jî li wê derê birîndar bûn.

Hate zanîn ku ew koma çekdar ji Dêrazorê çûye Şamê û êrîşî ser Kurdên taxa Zoravayê ya Kurdan kiriye û dema êrîşê jî dirûşmên nehiştina hemû Kurdan qêriyane.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin