Li Şemzînanê teqîn Kesek hat kuştin
Li devera Şemzînan ya Colemêrgê di teqînekê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
A+A-
Li devera Şemzînan ya Colemêrgê di teqînekê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Îro danê sibê li gundê Yûfkayli yê bajarokê Şemzînan yê Bakûrê Kurdistanê, dema du otomobîlên sivîl derbas dibûn, teqînek pêk hat.
Li gorî agahiyan, di encama wê teqînê de şofêrê otomobîlekê hat kuştin û şofêrê ya din jî birîndar bû.
Walîtiya Colemêrgê daye zanîn, ku ew kesên di wesaîtê de her du sivîl bûne û diçûn leşkeran ji baregeheka leşkerî bînin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin