Li Seqizê 10 mamostayên girtî dest bi gireva birçîbunê kirin
.
Li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê 10 Mamostayên girtî di zîndana wî bajarî de ji roja yekşemiyê ve dest bi gireva birçîbûnê kirin.
Rêxistina Mafê Mirovan Hengavê, ragihand ku ew 10 mamostayên bajarê Seqizê ku di xwepêşandanên mamostayan da hatibun girtin, ji bo nişandana nerazîbûna xwe li hember berdewamiya girtina neyasayî ya mamostayan û binpêkariyên navendên emnî derbarê dosyayên ku li dijî mamostayan çê dikin, dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Li gorî zaniyariyên Rêxistina Mafê Mirovan Hengavê, Xalid Ebdulahî, Silêman Ebdî, Ehmed Qadrî, Tahir Hamêdî, Zahêd Moradî, D. Hisam Xakpoor, Hesen Rehîmiyan, Îsmail Rêyhanî, Amanc Emînî û Mohsên Şikûhî beşdarî girevê bûne.
Herweha li bajarê Seqizê, hejmarek ji mamostayan û çalakvanên sivîl ên wî bajarî, daxuyaniyek belav kirin û têde li gel şermezarkirina girtina neyasayî ya hevkarên xwe, ragihandin ku ji bo piştgirîkirina ji gireva wan mamostayên girtî, roja Çarşemê 22ê vê mehê, li ber avahiya qaymqametiya bajar dê xwepêşandanê bikin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin