Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li ser romana "RAPERÎNA BABA ÎSHAQ"

A+A-

Romana bi navê Raperîna Baba Îshaq pirtûka nû ya Mehmet Oncu ye, pirtûk di nav weşanên Sîtavê da cî digre û ji 231 pelkên pêkhatiye.

Ji navê pirtûkê jî dixuye, ku ev qala Raperîna Baba Îshaq ya diji Selçûkiyan û herweha qala serpihatiyên Baba Îshaq; gundê Kefersûtê (Kefersond), dergeha wî û derdorên wî dike, ku di nava raperînê da cî digrin.

Dema mirov li ser Raperîna Bab Îshaq romanekê binivîse û qala Baba Elyas (Îlyas) neke bûyer, herweha pirtûka ku li ser Raperîna Baba Îshaq hatiye hûnandin dê nîvçe bimîne.

Ji dest vê, di romanê da bona Baba Elyas gundek carek din têt şênkirin, ango ji nûva têt avakirin û piştê demekê ku nêşetin Raperînê pirtir dibin, Baba Elyas berve Amasyayê diçe, di wan salan da desthilata Amasyayê di destê Kurdên Heremşa da ye.

Bê guman, çûna Baba Elyas berve Amasyayê layek ji plana berxwedanê ye.

Di romana Mehmet Oncu da gelek xeyal, tevn, lihevanîn û fantazî hene, ku ew şêweyê nivîsandinê rengê xwe didin romanê, ji bo xwendinê mirovan han dide.

Hinek roman hene bona xwendinê mirov xwe diçewisîne, xwendina pirtûkê dirêj dibe, weka ku pirtûk paşê naye, lê hinek roman hene mijar bi hevra pabendin, bûyerek dibe bingeha qewiminin tê, bi xwenidina romanê mirov jê kêf digre û naxwaze ji dest berde.

Herweha, wekî romana Mehmet Oncu, ger di bana romanê da valahî nemabe, ango hundirê romanê bi aqlekî rasyonel û bi zimanekî herikbar hatibe tijîkirin û rind pevxistîbe, xwedina pirtûkê di demek kurt da tiva dibe.

Bê guman ev roman e, ne pirtûkek dîrokî ye, xweza ye di nav romanê da xeyal, çêkirin, sîmge û lihevanîn hebin.

Pirtûkên dîrokî du babetin; yek, qala dîrokek çêkirî dikin; du, realîstin, bêlay in, bi aqlekî rasyonel li ser bûyeran hûr dibin û dinirxînin.

Em bi nîzik va dîroka çêkirî nas dikin, taybetî dema mirov pirtûkên dîrokî yên di barê dîroka dewleta Osmanî an jî, Komara Tirkîyê da dixwîne, dîrokek çêkirî derdikeve pêşberî mirovan.

Heçkû, bingehe pirtûkên dîrokî divê zanîst be, herweha realîst be, di ser belgeyan bêt hûnandin, ji lehengên dîrokî nirîn divê bêlay be.

Li ser amac û sebebên berxwedanê, an çalekiyê mirov baş lêhûrbibe, ku xwedevan bêkêmayî xwe bigehîne mijarê û têbigehê.

Mixabin li Tirkîyê, taybetî di dibistanan da dîrokek çêkirî têt xwendin, pirtûkên dîrokî bi destê dewletê tên nivîsandin, weka hêştirme çavê xwe digrin û serê xwe dikin ber xwe, bi ya wana ti kes rastiyê nabîne, dema mirov bi aqlekî û çavekî rasyonel lê binêre, rastî xwe beş dike.

Weke min gotî, romanên dîrokî ne prtûkên dîrokî ne, lê ew naye wê wateyê ku mirov romana dîrokî li ser fatazîyê bihûne û hemû çêkirîbe.

Lewra, ev piştê demekê, taybetî dema sal dikevin navberê ew bi xwe dibe "belgeyek dîrokî", lazime em ji dîrokek çêkirî dûr bisekinin.

Ji dest vê, divê dema romanek di barê bûyerek dîrokî da hat nivîsandin, an di barê jîyana lehengên dîrokî da hat nivîsandin, divê pir an jî hindik hinek belge hebin, di destê mirov da.

Dema hinek belge hebin mirov kane lê zêde bike, lehengên romane bi dilê xwe di hinek babetanda serkevtî an xweşik, çeleng nişan bide.

Gelek mînak hene di nav romanên dîrokî da, taybetî di barê padişahên Osmanî da rastî hatiye çemandin, hatiye badan, di romanan da ev kehreman, camer û xweşik in, lê rastî ne weha ye.

Di nav hinekin din da jî rewş dîsa weha; bo mînak Keleopatra Misrî, bi ya dîrokzanan ev ne jinek xweşik û çeleng e, berevajî ne bibejn e, jinek qemer û bejnkurt e, lê Keleopatra heye û şêrê bi Împarator Sezar va jî rast e, herweha têkçûn û dîlketina wê jî rast e.

Li gel van rastiyan mirov dikane lêzêde bike, lehengên di şer da wêrek û serketî binimîne û herweha mirov kane serboriyên Keleopatra dewlementir bike, wê wekî jinek xweşik û têkoşer binimîne.

Jixwe romanên li ser vê mijare hatine nivîsandin, filmên hatine kişandin mijarê kêrhatî û lehengên mijarê hinek mezin û xweşik dikin.

Mehmet Oncu jî di romana xwe da Baba Îshaq û Baba Elyas camer û li dijî zilm û zordestiyê Selçûkiyan kesên têkoşer û wêrek dinimîne.

Desthilatîya herêmê di destê Eyûbiyan da ye, piştê Eyûbiyan Selçûkî tên, desthilata wana bi awayek din e, ango li herêmê desthilatî di dewra derbasbûnê da ye.

Eyûbiyan gel nediêşandin, lê pagela Selçûkiyan bi awayekî din bû, Oncu di romana xwe da qala rewşa nû dike.

"Pergala Selçûkiyan bi şeklekî din bû û ne dişibiya ya Eyûbiyan. Selçûkiyan herêmên ku bi destê xwe dixistin, bi destê birek beg, ew ên ku jê ra digotin 'begên îxtayê' bi rê ve dibirin. Dema ku bac û xeraca wan temam bûbûya pirs tune bû. Belê ku bac û xeraca wan temam nebûya, her tengezarî û tehde li ser xelkên herêmê çêdikirin, bi vê rêbazê barê wan giran dikirin."

Dewleta Selçûki bac û xeracên giran di ser gel da disepîne û biçavsorî tomar dike.  

Ji ber vê tehdê û zordestiya Selçûkiyan, Baba Îshaq û Baba Elyas jî serî hildidin û xwe didin hêla belengaz û bêkesan.

Bê guman, him Baba Îshaq û him jî Baba Elyas dergehên û mirûdên xwe hene, herdu jî bi navdeng in û li herêmê şênî li gel wana ye û bi dergehê va pabend in, lê ne rêxistinî ye.

Di despêkê da Baba Elyas û paşê jî Baba Îshaq bi siltanê Selçûkiyan va hevdîtinê dikin, gilîyên xwe digihin wî û jê daxwaz dikin, ku zor û zilma herêmê rasweste, lê bêencam dimîne, berevajî zor zilma li herêmê pirtir dibe.

Oncu, di romana xwe da weha dibeje; "Di ser hevdîtina Baba Îshaq û siltanê Selçûkiyan re çend mehên ku rojên wan giran derbas dibûn borîn, di rewşa gel û welêt de guherînek pêk nehat. Baba Îshaq ku ji vê domaniyê gelekî aciz bûbû, ji Pîr Elyas re nameyek nivîsand, bi nigê kevokekê ve girêda û şand. Di peyama xwe de got; Pîrê min, ne di hevdîtina cenabê te û siltanê Selçûkiyan de ne jî ji hevdîtina min a bi wî re encamek baş derneket holê. Zilm û zora li herêmê a me berdewam e, her roj hinekî din tengezariya li ber gel berztir dibe. Xelkê xizan ji ser axa xwe tê ajotin û hin kesên hov û êrişker ku biyanê vê herêmê ne li şûna wan tên bicihkirin. Her wiha bac û xeracên li ser kesên ku herêmê dijîn grantir dibin. Ew ne rewşa ku bê qebûlkirin e, kêr hat li ser hestî sekinî."

Wekî Oncu di romana xwe da dinivîse, Selçûkiyan tayfeyên ku ji Navenda Asya dihatin li şûna xwecihên herêmî bicî dikirin, dest davêtin ser mal û milkê xwecihan, ew didan kesên nû hatî.

Îro jî ev rewş berdewam e, hezar salin ku li herêmê gel dibe penaber û mal û milkên wana jê têt stendin.

Kêr geha hestî, herweha hevdîtina bi siltanê Selçûkiyan va ti encam jê dernektibûn, berevajî bac û xeraç hej bi tundî dihat tomar kirin.

Baba Îshaq û Baba Elyas biryara raperînî didin, lê Selçûkî tevger dibin û duyemîn arteşê dişînin Amasyayê û raperîn têk diçe.

Mahmut Kilinc

06/05/2021 Semsûr

                unnamed-001.jpg

Niha hem li dinê û hem jî li Tirkiyê gelek romanên ku li ser bûyerên dîrokî û li serşexsiyetên dîrokî hatine nivîsîn gelek têneweşandin û pir jî têne firotinê.Romana li ser Fîravûnên Misrî, ya li serKeleopatra, romana Îskenderê Mezin, yaHanîbal, romanên li ser Omer Hayam û HesenSebah, întreseya xwendevanan dikşîne ûgelek têne xwendin. Gelek nivîskarên biyanî ûyên Tirk li ser Padîşah û Xanim SultanênOsmanîyan gelek roman nivîsîne û evromanên wan di seriya lîsteya firotina pirtûkande cihên xwe girtine.Roman û dîrok bi hevdu ve eleqederin, bi hevve girêdayîne. Romanek dema bê weşandin,ew roman dixwazî li ser dîrokê û dixwazî li serbûyerên rojane ya dema nû be, piştê demekedûr û dirêj -yanê nabeynê de dem û dewranbibûre- ew roman jî dibe berhemek, belgeyekanku pirtûkeke dîrokî. Dema ku roman têweşandin, şahîdê dema xwe ye, lê piştêdemeke ew jî dibe dîrok.Romana dîrokî di sedsala 19’an de biromannivîs Walter Scott dest pê kiriye.Berhemên W. Scott, Balzac, Tolstoy, Pûşkîn,Dostoyevskî berhemên klasîk yên dîrokî ne. Divan berheman de kes û bûyer li gorê rastiyadîrokî hatine afirandin, lê gelek xeyal jî lêhatine zêdekirin. Berhemên AleksanderDumas li ser bingeha macerayên dîrokî, wekçîrokên serpêhatinê, lê bi teknîk û formaromanê hatine nivîsîn.Hinek romanên dîrokî jî li ser serpêhatiyênşexsiyetên dîrokî hatine afirandin. Her wekîromanên ku li ser Hz. Alî, Tîmûrleng,Raspûtîn, Kleopatra, Îskenderê Mezin,Hanîbal, Ramses, Hz. Musaû yd, hatineafirandin. (Di vir de hêjayê gotinê ye, kuşaristaniya Misêrê ya kevin gellek hikarî limejiyê romannivîsan kiriye.SAYFA15•BERNAMEGEH

Hinek roman jî hene ku ji vê cureya romanê redibêjin romanên dîrokî yên fantaziyê, yan jîromanên fantaziyên dîrokî. Romana CatherîneHermany “Wezîrê şevê” , ya Mîka Woltarî“Evîndarên Bîzansê” , ya Umberto Eco “NavêGulê” û hinek romanên Necîb Mehfoz û AmînMaalouf di vê kategoriyê de ne. Di vanromanan de dîrok û fantazî têkilhev dibe.Bûyerên ku di van berheman de têne qalkirinbûyerên dîrokî ne û bi fantaziyan hatinexemlandin.Dîrok di esasê xwe de şîrovekirin e. Li serbûyereke dîrokî şîroveyên curbecur têne kirin.Li ser şexsiyetekî dîrokî gelek şîroveyên ji hevcuda têne kirin. Li ser jiyan û têkoşîna HasanSabah çar romanên cuda hatine nivîsîn. Li serHarûnê Reşîd bi dehan çîrok û roman hatineafirandin. Di hinek romanên dîrokî de eynêwek vaqîanuseran bûyerên wan demên dîrokî,bi zimanekî çîrokî tên qalkirin. Di gelekromanan de jî hawayê mîstîk û bi şêweyênmetafîzîk bûyerên demên dîrokî têne afirandin.Helbet armanca romannivîserên ku romanêndîrokî dinivîsîn, bûyerên dîrokî ronahî bikin nîne. Ew bûyerên dîrokî li gorê haceta estetîkî lihevudu dihonin. Tiştên ku însanan eleqederdike di nav dekora dîrokî de qal dikin. Dekordekoreke dewlemende û di nav vê dekorê demirin, jiyan, evîn, tenêtî, hestên şehwetê,vijdan, dirustî, durûtî û herweha gelek tiştên ku însanan eleqeder dike hene.Di hemû romanên dîrokî de sazkirinên hunerîû edebî hene. Di bin ronahiya bûyerên çûyînde ji ceribandin û tecrûbeyên çûyîn dersderxistin heye

Romannivîsên romanên dîrokî bûyerên çûyî ligor dema nû dinirxînin, lê îskeleta berhemaxwe li gor demên dîrokî saz dikin. Di sedsala19’an de nivîskar Walter Scott bi nivîsaromanên dîrokî, rê vekir û gelek nivîskarêncîhanê li ser vê rê û şopê meşiyan û wan jî bisedan romanên dîrokî nivîsandin. Hineknivîskar di vê hêlê de bi serketin û berhemênpir bi qîmet yên giranbiha nivîsandin. GeorgeLukacs dibêje “Serketina romanên dîrokî ev eku, ew gihaştin radeya destanan.”Di van demên dawîn de hinek nivîskarên Post-modernîst jî dest pê kirin û romanên dîrokînivîsandin. Wan berhemên xwe bi şêweyekenû, bi terzek nû nivîsîn û bi îmajan berhemênxwe xemilandin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin