Li ser televîzyona fermî ya Îranê strana Helebce û Enfalê

Li ser televîzyona fermî ya Îranê strana Helebce û Enfalê

Gencekî Rojhilatê Kurdistanê, li ser televîzyona fermî ya Îranê, di pêşbirka dengî de li ser komkujîya Helebce û Enfalê stranek got û wê yekê li ser torên medyayî ya civakî deng veda.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Mihemed Perwizî yê xelkê Kamêran li parêzgeha Sineyê, li ser televîzyona fermî ya Îranê di bernameyeke ku gelek temaşevanê wê hene de strana bi navê “Nîştîmanim Bîrt Dekem”  (Min bêrîya te kirîye nîştîmana min) a derbarê qurbanîyên Helebce û Enfalê de stranek got.

Ew strana ku behsa Komkujîya Enfal û zilma Sedam Hûsên a li hemberî Kurdên Başûrê Kurdistanê dike, hem ji alîyê lîjneya bernameyê ve û hem jî alîyên temaşevanan ve hat ecibandin û hemû di bin bandore wê de man.

Pêşbazê Kurd Mihemed Perwizî, berî ku dest bi strana xwe bike, qurbanîyên komkujîya Enfal û Helebceyê bibîr anîn.

Mihemed Perwizî got: “Ev strana ku ez bibêjim, behsa trajedîya li Helebceyê bi ser Kurdan de hatîye û êşa komkujîya Enfalê ya qet neyê jibîrkirin dike. Ez vê stranê dîyarîyê Aydin Mistefa û dayikên bi hezaran şehîdan dikim.”

Strana Mihemed Perwizî gotî, li ser medyaya civakî gelek deng veda û gelek temaşevanan piştgirîya xwe bi wî nîşan dan.

Herwiha piştî ku Mihemed Perwizî strana xwe got, lîjneya bernameyê jî piştevanîya xwe nîşan da û ew derbasî qonaxa jortir bû.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin