
Li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin
Li bajarên Serdeşt û Pîranşar yên Rojhilatê Kurdistanê 4 kolber ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.
A+A-
Îro danê sibê pasdarên Îranê li Serdeşt û Pîranşarê kolberên kurd yên ku ji ber neçarî û belengaziyê kolberiyê dikin, dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, li devera Qelereş ya Serdeştê 3 kolber hatin kutşin û li devera Zêwe ya Pîranşarê jî kolberek hat kuştin.
Ew kolberên ku li Serdeştê hatine kuştin, ev in: Zanist Hesennejad, Zanko Ehmedî û Sirûş Melkarî.
Ewê ku li Pîranşarê hatiye kuştin jî, navê wî Celal Xizirî ye. Termê Celal heta niha nedane malbata wî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin