Li Sêrt û Şirnexê 20 kes hatin desteserkirin
Li Bakurê Kurdistanê, li Sêrt û Şirnexê 20 kes bi tohmeta alîkarîkirina PKKê hatin desteserkirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Hêzên ewlekarîyê yên Tirkîyê li her du bajarên Bakurê Kurdistanê Sêrt û Şirnexê li dijî PKKê operasyoneke berfireh dan destpêkirin û bi ser 16 malan de girtin.
Di encamê de 20 kes bi tohmeta alîkarîkirina PKKê hatin desteserkirin û lêpirsîna wan berdewam e.
Ji alîyekî din ve hat zanîn, şeva bûrî jî Hevseroka Mêrdînê ya Partîya Herêman a Demokratîk DBPê Hasîbe Mengîrkaon jî hatîye desteserkirin.
K24
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin