
Li Sêwazê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
Li navçeya Sûşehrî ya Sêwaza Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û li barîyeran ket û di encamê de kesek mir û 2 kesên din jî birîndar bûn.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Otomobîla Mursel Yeşilyurt (75) diajot, di navbera navçeya Sûşehrî û Sêwazê de li nêzîkî gundê Sariceyê qeza kir.
Di qezayê de hevjîna şofêr Sarîye Yeşilyurt li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Herwiha şofer û kesek hêj navê wî nehatîye zanîn birîndar birîndar bûn.
Herdu birîndar destpêkê bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sûşehrî hatin şandin, piştre jî bo Sêwazê hatin şandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin