
Li Silêmanîyê 48 û li Raperînê jî 2 kesên din bi Koronayê ketine
Roja çarşemê 03.06.2020an Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de aşkere kir li li parêzgeha Silêmanîyê 48 kes û li îdareya Raperînê jî 2 kesên di bi nexweşîya vîrusa Koronayê ketine.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Di daxuyanîyê de Wezareta Tendirustîyê de hatîye aşkerekirin bi berdewamîya pişkinînan û gerîyanê li dû gumanlêkirîyên berketîyên Koronayê 48 kesên din li parêzgeha Silêmanîyê hatine destnîşankirin. 23 jê mêr û 23 jin û 2 kes jê jî zarok in. Herwiha 8 berketî berketîyên berê ne.
Herwiha Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê da zanîn li sînorê îdareya Raperînê jî 2 berketîyên Koronayê hatine destnîşan kirin. Ew nexweş endamên malabteka jin û mêr in ku mêr temenê wî 43 sal e û jineke temenê wê 32 sal e, nîşaneyên nexweşîyê hene, rûniştvanên taxa Newroz in li navçeya Ranyayê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin