Li Silêmaniyê agir bi kargehekê ket

Li Silêmaniyê agir bi kargehekê ket

.

A+A-

Li navçeya Pîşesazî ya Silêmaniyê agir bi kargehekê ket û tîmên berevaniya sivîl hewl didin ku agir kontrol bikin. 

Li navçeya Pîşesazî ya Silêmaniyê agir bi kargehekê avê ket û tîmên berevaniya şaristanî hewl didin ku agir kontrol bikin, da ku agir negihe kompanî û kargehên derdorê.

Kargeha ku agir pêketiye, li nêzîkî navenda bazara Silêmaniyê ye ku devereke qerebalix e û gelek pêşangehên otomobîlan bi sedan kompanî lê hene, tîmên berevaniya sivîl li cihê bûyerê ne.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, heta niha ti ziyanên canî nebûne, lê ziyanên madî yên mezin derketine.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Silêmaniyê diyar kir, li ser sedema derketina agir lêkolîn dest pê kiriye.

Şahidekî ji K24ê re ragihand, “Agir ji nişka ve belav bû, ji ber ku hemû tiştên ku di nava kargehê de ne, plastîkî ne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin