Li Silêmaniyê ji bo nasandina amûrên muzîkê yên Kurdî konserek hat lidarxistin

Li Silêmaniyê ji bo nasandina amûrên muzîkê yên Kurdî konserek hat lidarxistin

.

A+A-

Li Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Silêmaniyê konsera “Rêbendan” ji bo amûrên Kurdî hat lidarxistin ku ev konser li şûna ezmûna semestera yekem a xwendekaran e.

Armanca konserê nasandina amûrên muzîkê yên Kurdî bû ku li ser navê gelên din hatine tomarkirin.

Rêbaz Sadiqê ku serpereştyarê konserê û mamosteyê Beşa Muzîkê ya Koleja Hunerên Bedew e, ji Rûdawê re ragihand ku Kurd xwediyê gelek amûrên muzîkê ne lê mixabin ji ber ku Kurd ne xwedî dewlet in, beşek ji wan amûran li ser navê gelên din hatine tomarkirin.

25 xwendekar ji çar qonaxên Beşa Muzîkê beşdarî konserê bûn ku bi vê ezmûnê dilxweş in û tirsa wan a ji ezmûnan nemaye.

Ruya Rêkewta ku xwendekara Beşa Muzîkê ye û bi defê beşdarî konserê bûye da zanîn, ji bo ku pûanan bidin xwendekarên beşdar mamoste di konserê de amade bûn.

Armanc ew bû ku ji bilî ezmûnê ji bo gel jî konserek were lidarxistin.

Xwendekarên zanîngehê û beşdarên konserê pesnê şiyana xwendekaran û girîngîdayîna wan a bi amûrên resen ên Kurdî da.

Şivan Ebdullahê ku xwendekarê Beşa Muzîkê ya Koleja Hunerên Bedew a Zanîngeha Silêmaniyê ye û beşdarî konserê bûye destnîşan kir ku awazên di konserê de hatine pêşkêşkirin ji wî û bavê wî mezintir in û xwest ku ev awaz her bimînin.

Konser ji sê parçeyên muzîka resen a Kurdî û defjeniyekê pêk hat û roja sêşemê li Zanîngeha Silêmaniyê hat lidarxistin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin