Li Şirnex û Heftanînê şer: 3 leşker û 9 gerîlayan canê xwe ji dest dan
Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku li herêma navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera leşkerên Tirkîye û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derket û di encamê de 9 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku li herêma navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera leşkerên Tirkîye û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derket û di encamê de 9 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî ragihand ku gerîlayên wan li herêma Heftanînê li Başûrê Kurdistanê 3 leşkerên Tirkîyê kuştine.
Li herêmên çiyayî yên navçeya Elkê di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Tirkîyê de şer derketîye.
Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku di encama şerê di navbera PKK û hêzên Tirkîyê de 9 gerîlayên canê xwe ji dest dane.
Li gor heman daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Tirkîyê operasyon li deverê berdewam e.
HPG: 3 leşker hatin kuştin
Ji alîyê din ve Navenda Ragihandina HPGê ku baskê çekdarî yê PKKê ye ragihand ku roja 22ê Îlonê hêzên wan saet 09:15an li dijî hêzên Tirkîyê li Gelîyê Pixasayê li herêma Heftanîn êrişek pêk anîne û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
Li gor daxuyanîya HPGê heman rojê hêzên wan saet 10:00an cara duyemîn li dijî leşkerên li li heman herêmê çalakîyeke din pêk anîne û di wê êrişê de jî leşkere hate kuştin.
Herwiha HPGê ragihand ku yekîneyên wan ên çalakî pêk anîne bi ziyan gihiştine baregaha xwe.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin