Li Şirnexê 22 herêm qedexe kirin
Walîtîya Şirnexê, 22 herêm qedexe kirin.
Walîtîya Şirnexê, 22 herêmên navend, navçeyên Cizîrê û Sîlopî jî di nav de ji bo 3 rojan qedexe kirin.
Walîtîyê di daxuyanîya da de wiha got: “Ji bo parastina ewlekarîya neteweyî û parastina pergala çemawerî û pêşîlêgirtina sûc, 22 herêmên navend û navçeyên Cizîrê û Sîlopî yên Şirnexê hatin qedexekirin.”
Navên herêmên hatin qedexe kirin wihane: “Çîyayê Cûdî, Çîyayê Mezin, Girê Zozan, gire Gavur, Kanîya Mamelîyê, Girê Derîyedulu, Girê Havolehavşî, Sirtê Devîyeozga, Çemê Ganîyesinak, Girê Dalgadurîyî, Çemê Kemal, Gundê Kosrelî, Girê Kurtik, Gundê Kayunoren, Girê Sêbiran, Girê Ezmîn, Zozana Bîşî, Gundê Damlaca, Sirtê Kamişli, Girê Îsîmsiz, Girê Duz û Girê Çîmenlî.”
Ev herêm heya 16’ê Tîrmehê saet 24.00’an ji bo sê rojan ketin û derketina wan hat qedexekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin