
Li Şirnexê teqîn; 2 zarok bûn qurbanî
Di encama teqîna mayinek de 2 zarok li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.
A+A-
Walîtiya Şirnexê daxuyand ku di encama teqîna mayinek de 6 zarok birîndar bûne û ji bo derman kirine rakirine nexweşxaneyê, lê ji wan 2 zarok li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku piştî teqînê zarokên birîndar di tavilê de rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê lê tevî hemû mudexaleyan 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Wer weha îro Cîgirê Waliyê Şirnexê Turan Bedirhanoğlu wek Serokê Şaredarê Şirnexê qeyyûm hat tayînkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin