Li Siwêdayê rê li ber çekdarên HTŞyê hat girtin
.
Hêzên leşkerî yên parêzgeha Siwêdayê rê li karwanekî hêzên Rêveberiya Operasyonên Serbazî yên desthilata Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) girt û nehişt biçe nav bajarê Siwêdayê.
Vê bûyerê careke din mijara çekên hêzên Siwêdayê xist rojevê.
Şêxê Durziyan Hikmet El Hecerê derbarê vê yekê tekez kiribû ku radestkirina çekan bi dabînkirina mafan di destûrê de girêdayî ye.
“Sîstema nenavendî ya herî baş e”
Hikmet el Hecerê got, “Em çekên xwe radest nakin heta dewlet, destûr û hikûmet bên pêkanîn.
Sîstema nenavendî ya herî guncav e ji bo Sûriyê."
Nivîskar û siyasetmedarê Newres Ezîz ku xelkê Siwêda ye ji Rûdawê re derbarê mijara çekan got, ev yek girêdayî pêkanîna hikûmeteke rewa ye.
“Radestkirina çekan ne pirsgirêk e”
Nivîskar û Siyasetmedar Newres Ezîz wiha got:
"Derbarê radestkirina çekan li Siwêdayê, wekî prensîp ji bo xelk û grûpên Siwêdayê radestkirina çekan ne pirsgirêk e, eger mercê hebûna hikûmeteke rewa pêk bê û yasayeke nû ya sivîl hebe ku mafên hemûyan li Sûriyê biparêze."
Derbarê mijara sîstema nenavendî jî Ezîz diyar kir ku ev daxwazeke rewa ye û got:
“Derbarê rêveberiya nenavendî, îro ev bûye daxwazeke rewa ji bo xelkê Siwêdayê, piştî bi dehên salan ji dûrxistina xelkê vê herêmê ji roleke karîger a siyasî û aborî di dewleta Sûriyê de.
Lewma ez dibînim ku rêveberiya nenavendî girîng e heta ku kesên lêhatî rola xwe di dewleteke sivîl de bibînin ku pênasîn bi hemû pêkhate û tayifeyan bike."
Grûpa Rîcal el Kerameyê wate Mêrên Rûmetê, koma çekdar a sereke li Siwêdayê ye.
Ew tevger bi Fermandariya Leys Belhûs wekî tevgereke li dijî hikûmeta Sûriyeyê ya berê hatibû damezirandin û rewşa ewlehiyê li parêzgeha Siwêdayê diparast.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin