
Li Soran û Raperîn ti pêketîyekî bi Korona nemaye
Li du deverên Herêma Kurdistanê, hemû pêketîyên bi vîrusa Korona baş bûne û ti pêketîyekî bi wê vîrusê nemaye.
Navenda Nûçeyan - Rêvebirê Tenduristîya Soran Dr. Karwan Cemal ji K24ê re ragihand, duhî test ji pêketîyên bi vîrusa Korona re hatin kirin û encam nerênî bû. Niha hemû nexweşên Korona li devera Soranê baş bûne û kesek li nexweşxaneyan nemaye.
Dr. Karwan Cemal dîyar kir, li devera Soranê 12 kes bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketibûn û piştî wergirtina çareserîyan, hemû baş bûne û vegerîyane malên xwe.
Ji alîyekî din ve, Rêvebirê Giştî yê Tenduristîya Raperîn di konferanseke rojnamevanî de ragihand, îro dawî pêketîyê bi vîrusa Korona li devera Raperîn baş bûye û vegerîye mala xwe.
Da zanîn jî, bi girtina rêkarên xweparastinê û bi biryarên Odeya Operasyona Rûbiribûna Koronayê, li ser çend qonaxan jîyana welatîyan asayî dibe.
Ev yek di demekê de ye, 2 roj in li Herêma Kurdistanê pêketina kesên nû bi vîrusa Korona nehatine tomarkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin