Li Spanyayê berhemê herî kevn ê Shakespeare li arşîva dibistanekî hat dîtin
Yek ji kopiyên lîstika herî dawî ya nivîskarê îngilîz William Shakespeare li Spanyayê di arşîva dibistaneke keşeyan de hat dîtin. Tê texmîn kirin ku li Spanyayê ev berhema herî kevn a Shakespeare ye.
Li gorî pisporan çapa yekem a lîstika "The Two Noble Kinsmen" bi sedan salan di arşîva Royal Scots College a li navçeya Salamanca de hatiye veşartin. Ji hîndekarên Zanîngeha Barselonayê Dr. John Stone ku ev pirtûk li arşîvê kifş kiriye dibêje, "Texmîn ew e ku ev kopiya lîstike di navbera salên 1635 û 1640'î de gihîştiye Spanyayê."
Di sedsala 17 û 18'an de li Spanyayê berhemên îngilîz zêde nîn bûn. Li ser sînor Engîzîsyona Spanyayê hemû pirtûk baş qontrol dikirin û berhemên ji dewleta Protestan a Îngilistanê dihatin hatibûn qedexekirin.
Texmîn ew e ku wê çaxê yekî ji Îngilistanê bi qaçaxî ev berhem aniye.
Dr. Stone ji bo AFP'ê wisa gotiye: "Min çawa ev pirtûk dît min fêm kir ku ev berhema Shakespeare ya herî kevn a li Spanyayê ye."
Kes nizane ev pirtûk çawa hatiye ketiye nava arşîva Royal Scots College.
Diyarname
Ji Euronewsê hatiye girtin
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin