Li Stenbolê mamostayek ji ber zimanê Kurdî ji kar hat avêtin
Li bajarê Stenbolê mamsotayeke zanîngehê ji ber zimanê Kurdê ji kar hate avêtin.
A+A-
Li gor agahiyan, mamostayê bi navê Bekir Tanik ku mamostayê Zanînegha Bazirganî ya Stenbolê ye, daxwaz ji xwendevanên xwe kiriye ku 2 mijaran wergerînin ser zimanê Kurd.
Parlementerê HDPê yê Kocaeliyê, Omer Faruk Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê twitterê ew agahî belav kirine û ragihandiye, ew yek hesasiyeteke nû li hember zimanê Kurdî li Tirkiyê ye.
Omer Faruk Gergerlîoglu ragihandiye, civata xwendevanên zanîngehê daxwaziya wî mamostayî weke hewlek ji bo cudaxwaziyê bi nav kiriye û ji ber wê yekê ew mamostayê navborî ji aliyê zanîngehê ve ji kar hatiye avêtin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin