Li Stenbolê welatiyekî Sûrî hat kuştin

Li Stenbolê welatiyekî Sûrî hat kuştin

.

A+A-

Li navçeya Bayrampaşa ya ser bi Stenbolê grupekê êrîşî mala koçberan kir û di encamê de welatiyê Sûrî yê bi navê Nail Alnaif hat kuştin.

Li gor agahiyên berdest, li navçeya Bayrampaşayê grupeke serûçavên wan ne diyar, kamerayên di avahiyê de şikandin û bi ser mala koçberan de girtin û bi dar û kêran êrîşî kesên li malê kirin.

Di encama êrîşê de koçberê bi navê Nail Alnaif yê ku birîndar bû dema bo nexweşxaneyê hat veguhestin canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyên kesên ku ligel Nail Alnaif di malê de dijîn êrîş 11ê Çileya 2022an derdora demjimêr 1-1:30 çêbûye û ew vê grupa ku êrîş kirine nas nakin.

Çapemeniya Koçberan derbarê gotinên kesên li heman malê agahî belav kirine û dibêje: “5 ciwanên ji Sûriyê û ne zewicî li malekê dimînin. Grupa ser û çavê wan ne diyar destpêkê kamerayên derve dişkînin. Piştre ketine avahiyê û li derî dane û gotine em polîs in. Ciwanan derî vekirine. Grupê êrîşî wan kiriye di destê wan de dar û kêr hebûne. Di destê kesekî de bêtêla polîsan jî hebûye. Ew ciwanê hatiye kuştin nû hatiye Tirkiyê. Dema di xewdebûye bi kêran li sînga wî xistine. Yên din jî bo xwe rizgar bikin reviyane. Nail di ambulansê de canê xwe ji dest daye. Kurmamê wî gotiye em van kesan nasnakin.”

Rêveberiya Emnî ya Stenbolê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û got 3 kes ji wan Efxan 8 kesên gûmanbar hatine desteserkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin