Li Sudanê Serokwezîr û hejmarek berpirsên hikûmetê hatin desteserkirin

Li Sudanê Serokwezîr û hejmarek berpirsên hikûmetê hatin desteserkirin

.

A+A-

 Çavkaniyên ji hikûmeta Sudanê ragihandine, grûpeke çekdar Serokwezîrê wî welatî Ebdella Hemdok tevî hejmarek ji berpirsên hikûmî û kesayetiyên siyasî yên wî welatî desteser kirine. Di heman dem de li seranserî Sudanê internet hat birîn.

Li gorî heman çavkaniyê ew grûpa çekdar cil û bergên leşkerî li xwe kiribûn, rêyên Xertûma paytext li gel herdû bajarên Xertûm Behrî û Um Derman qut kirine.

Li gor çend çavkaniyan, hêzeke zêde ya leşkerî li Xertûmê (Khartoum) hatiye belavkirin û rê û pirên bajêr hatine girtin, herwiha çend navçeyên sereke yên Xertûmê ji hev hatine veqetandin. Herwiha hatiye ragihandin ku li seranserî Sudanê hêlên internet û telefonê hatine qutkirin.

Di heman dem de bi dehan ji xelkên Sudanê li dijî girtina berpirsên hikûmetê daketine ser cadeyan û xwepêşandan destpê kirine.

Di çenda heftiyên borî de, piştî ku di 21 Îlonê de hewleke sernekevtî ya darbeyê li Sudanê alozî di navbera pêkhateyên desthilata wî welatî de derket, ku ji kesên sivîl û serbazî yên ser bi artêşê ve pêk tê.

Civaka Sudanê jî derbarê desthilatê bûne du beş, beşek daxwaza hikûmeteke leşkerî dike û beşê din jî dixwaze hikûmet ji aliyê kesên sivîl ve bê birêvebirin. 

Tê zanîn ku hejmarek wezîr ji hikûmeta Serokwezîr Ebdella Hemdok hatine desteserkirin, wek Wezîrê ragihandinê Hemze Bilol, Wezîrê Pîşesaziyê Ibrahîm Şêx, Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran Xalid Omer Yûsif, li gel hejamrek ji kesayetiyên siyasî û sivîl ji encûmena serokatiyê.

Li aliyekî din hat ragihandin ku şêwirmendê ragihandinê yê serokwezîr  Feysel Muhemed jî hatiye desteserkiri.

Herwiha Sekreterê Partiya Beis li Sudanê jî hatiye desteserkirin.

Piştî bidawîkirina desthilata serokê berê Omer Hesen Beşîr li Sudanê di Nîsana 2019an de, di Tebaxa heman salê de encûmenek veguhêz ji nûnerên artêşê û civaka sivîl hat damezrandin.

Piştre pirsgirêk di navbera wan de çê bûn.

Nîva vê mehê li nêzîkî Koşka Komarî li Xertûma paytext, xwepêşandanan destpê kir têde daxwaza hikûmeteke leşkerî hat kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin