Li şûna tecawizkaran 27 kes ji parvekirinên ‘destdirêjiya keça 15 salî’ girtin

Li şûna tecawizkaran 27 kes ji parvekirinên ‘destdirêjiya keça 15 salî’ girtin

.

A+A-

Ji ber parvekirinên derbarê bûyera destirêjiya li keça 15 salî li navçeya Kercewsê ya bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê 27 kes hatin binçavkirin.

Piştî ku keça 15 salî P.O ji bo serêşê çûbû nexweşxanê derketibû holê ku ducanî ye û di gilînameya xwe ya dozgeriyê de, eşkere kiribû ku rastî tecawizê hatiye û di nav du salan de du caran jî ducanî bûye. Herwiha li gorî zanyariyan, di bûyerê de navê polîs, leşker û karmendên dewletê jî di nav de 27 kesan derbas dibû.

Bûyera tecawizê ji doh ve li ser medya civakî jî bûye rojev, lê tevî gilîyan û daxuyaniya serdozgeriyê ya derbarê lêpirsînê de, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bûyer red kir û wekî derew bi nav kir.

Dozgeriyê ragihandibû ku kesek ji ber bûyera tecawizê hatiye girtin û îro jî Navenda Giştî ya Polîsan ragihand ku 27 kesên parvekirin derbarê bûyerê de li ser medya civakî kirine hatine binçavkirin.

Herwiha Serdozgeriya Batmanê ku girtina kesekî ragihandibû, derbarê dosyeya bûyera destdirêjiyê de biryara veşarîbûnê dabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin