Li Sûriyê 200 karmendên NYê bi vîrusa korona ketine
Zêdetir ji 200 karmendên Netewên Yekbûyî (NY) li Sûriyê bi vîrûsa Koronayê ketine. Berpirsekî Netewên Yekgirtî jî dibêje, hejmara pêketiyan li Sûriyê 10 qatan zêde ne.
Ajansa “Reuters” belav kir, zêdetir ji karmendên Netewên Yekbûyî li Sûriyê bi vîrûsa Koronayê ketine. Bi wê yekê re jî, Netewên Yekgirtî planên awarte ji bo rûbirûbûna Koronayê li wî welatî datîne.
Di wê derbarê de, Hevrêzkarê Netewên Yekbûyî û Hevrêzkarê Karûbarên Mirovî li Sûriyê Riza Omran hefteya bûrî gotibû, Netewên Yekbûyî di qonaxa dawiyê a amadekirina navendeke tendirustî de ye, ji bo çareserkirina pêketiyên Koronayê.
Riza Omran ku mezintirîn berpirsê Netewên Yekbûyî li Sûriyê ye, nameyeke wî bo serokên wekaletên Netewên Yekbûyî ketibû destê Reutersê. Riza Omran di nameyê de aşkere kiribû: “200 haletên pêketina bi Koronayê di nava karmendên Netewên Yekgirtî de hene û hin ji pêketiyan ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.
Ji aliyekî din ve, hin karmendên di warên mafên mirovan û tendirustiyê de kar dikin gotibûn: Bi sedan karmendên rêxistinên ne hikûmî yên bi wekaletên Netewên Yekgirtî re kar dikin bi Koronayê ketine.
Riza Omran di nameya xwe de gotibû, hejmara pêketiyên Koronayê di 2 mehên dawî de 10 qatan zêde bûne.
Ev yek di demekê de ye, Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê radigihîne, heta niha 3 hezar û 104 kes bi Koronayê ketine û 130 kesan jî canê xwe ji dest dane.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin