Li Swêdê gotinên weha nijadperest; ”Misilman sedî sed ne însan in”
Partiya Demokrat a Swêdê (SD) Partîyeka li dijî biyanîyan e û parlamenterê wê Martin Strid vê gotinê kiriye.
Di civîna partîya xwe ya li bajarê Norkopingê Parlamenterê Partiya Demokrat a Swêdê Martin Strid ji bo misilmanan gotîye; "ew sedî sed ne însan in û her ku ew Îslamê fêr dibe şaş dimîne."
Heqaretkirina Martin Strid li misilmanan li Swêdê bûye sedema aciziyeke mezin. Serokê Giştî yê Partiya Lîberal a Swêdê Jan Bjorklund û Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt li hember axaftina Martin Strid bertek nîşan dane û axaftina wî ” bi sedî sed nijadperestî” bi nav kirine.
Misilmanên ku li bajarê Norrkopingê dijîn ji bo axaftinên Martın Strid gilî kirine. Hat ragahandin ku li ser reaksiyonan, Strid gav paşve avêtîye û uzra xwe xwestîye.
Partiya Demokrat a Swêdê (SD) Partîyeka li dijî biyanîyan dihê nasîn û li gor anketan partîya sêyem a mezin a Swêdê ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin