Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin

Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin

.

A+A-

Desthilatdarên Swêdê îro Pêncşemê jineke 52 salî ku girêdayî DAIŞ’ê ye bi jenosîd, tawanên dijî mirovahîyê û tawanên şer yên dijî jin û zarokên Êzîdî li Sûrîyê tometbar kir. Ev cara yekê ye ku dozek bi vî rengî li Swêdê tê darizandin.

Lîna Laîna Îshaq, ku welatîyeke Swêdî ye, bi wê yekê tê tawanbar kirin ku tawanên xwe di navbera Tebaxa 2014’an û Berfanbara 2016’an li Reqayê kirine. Bajarê Raqa yê Sûrîyê wê demê wekî paytexta defakto ya rêxistina terorîst DAIŞ’ê dihate zanîn.

Dozgera bilind Reena Devgun di daxuyanîyekê de got ku ew tawan “li jêr desthilata DAIŞ’ê li Reqayê hatin kirin, û ev cara yekê ye ku êrîşên DAIŞ’ê yên dijî Êzîdîyan li Sûrîyê tên darizandin.”

Di daxuyanîyeke cuda de, Dadgeha Stockholmê got ku dozger îdîa dike ku wê jinê hejmareke jin û zarokên Êzîdî li Reqayê di mala xwe de girtibûn.

“Ligel hinek tiştên din, ew rastî azar, êşkence û reftarên nemirovî hatibûn. Ew herwiha ji mafên xwe yên bingehîn jiber sedemên çandî, olî û zayînderî hatibûn bêpar kirin,” dadgehê got.

Li gor gilînameyê, mebest ew bû ku “Êzîdî bi tevahî yan bi beşî werin tune kirin.”

Îshaq berê li Swêdê bi sê salên zindankirinê hatibû sûcdar kirin jiber birina kurê xwe yê du salî ligel xwe bo Sûrîyê. Wê jinê îdîa kiribû ku wê ji hevjînê xwe re gotibû ew û kurê xwe jibo betlaneyê diçin Tirkîyê. Lê belê, piştî ku gihiştibû Tirkîyê, ew derbasî Sûrîyê bûbû û çûbû deverên jêr kontrola DAIŞ’ê.

Piştî ku Reqa di sala 2017’an de ji destê DAIŞ’ê derket, Îshaq ji alîyê hêzên Kurdan ve li Sûrîyê hatibû girtin. Paşê ew revîyabû Tirkîyê û li wir ligel kurê xwe û du kurên din, ku ji çekdarên DAIŞ’ê yê Tûnisî li Sûrîyê ji dayîk bûbûn, hatin girtin. Îshaq paşê ji Tirkîyê hatibû dersînorkirin bo Swêdê.

Berî sûcdarkirina wê ya sala 2021’ê, ew jin li bajarokê Landskrona yê başûrê Swêdê rûdinişt.

Dadgeha Stockholmê ragihand ku li ber darizandina Îshaq 7’ê Cotmehê destpê bike û dora du mehan dirêj bike. Piranîya beşên dadgehkirinê dê li paş derîyên girtî werin kirin.

 

VOA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin