Li Tekîrdagê 8 siyasetvanên Kurd hatin girtin

Li Tekîrdagê 8 siyasetvanên Kurd hatin girtin

.

A+A-

Li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiye ji 36 siyasetvan, endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di operasyonekê de hatibûn destserkirin, 8 ji wan hatin girtin.

Roja 3ê Hezîrana 2022ê Hêzên Ewlekariya Tekîrdagê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî de li seranserê wî bajarî dijî siyasetmedarên Kurd û bi taybet endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDO) û endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) operasyoneke hemwext pêk anîbûn û 36 siyasetmedar destserkiribûn.

Li gor medya Tirkiyê, 13 kes ji wan duh 8ê Hezîrana 2022ê piştî karûbarên îfadeyê bo Dadgeha Tekîrdag hatin birin.

Hat ragihandin ku piştî dadgehkirinê 8 siyasetmedarên Kurd ên bi navên Seyit Soydan, Sadî Ozdemir, Murat Mutlu, Huseyin Guzel, Omer Guven, Emîn Şen, Sadet Fırat û Emîn Orhan ji ber karûbarên xwe yên siyasî bi hincetên wek “endamtiya rêxistinê û “propagandeya rêxistinê” hatine girtin.

Herwiha 4 kesên bi navên Abdruhman Ozturk, Tuncer Rençber, Muzfaer Cebek û Adnan Çavaş jî bi mercê kontrola dadî hatine berdan. Tê gorin ku çarenivîsa Îlyas Kaçar a piştî dadgehê nayê zanîn. Li gor zanyariyan yek ji kesên ku hatiye girtin Sadî Ozdemer ê ji sedî 92 xwedî pêdiviyên taybet û girêdayî tupê oksîjenê ye. Li aliyê din hatiye ragihandin ku karûbarên îfadeyê yên kesên mayî jî  berdewam nin. 

Van demên dawî hikûmeta Tirkiye guşarên ser siyasetmedar, rojnameger û kesayetiyên Kurd bi hincetên cuda zêde kirine û rojane bi rêya hêzên ewlekariyê hejmarek siyasetmedar û endamên civaka sivîl, rojnamevan û kesayetiyên Kurd tên destserkirin.

Ev di demekê de ye duh 8ê Hezîrana 2022ê li parêzgeha Amedê 21 rojnamegerên Kurd hatibûn destserkirin û 6ê Hezîrana 2022ê jî li parêzgeha Wanê 9 endamên saziyên civaka sivîl bi hinceta ku di proseya paşdekişînê ya gerilayên PKKê ya di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013an de çavdêrî kirine hatibûn destserkirin.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin