Li Til Rifetê dijî gefa operasyona Tirkiyê xwepêşandan hat kirin

Li Til Rifetê dijî gefa operasyona Tirkiyê xwepêşandan hat kirin

.

A+A-

 Li bajarokê Til Rifeta bakurê rojavayê Helebê xwepêşandan dijî gefa operasyona Tirkiyê hat kirin. Xwepêşanderên Kurd û Ereb bi yek dengî gefa Tirkiyê red kirin, herwiha koçberên Efrînê yên li Til Rifatê jî daxwaza vegera bo ser mal û milkên xwe kirin.

Xwepêşandera Efrînî Rojîn Mamo got "Ez ji Erdogan re dibêjim: Tu çi ji me dixwaze?! Me çi kiriye ji te?! Em Kurd milletekî aştîxwaz in. Em tiştekî ji te naxwazin, tenê em dixwazin vegerin Efrînê bo ser erdê xwe. Em tenê erdê xwe, azadiya xwe û kerameta xwe dixwazin û me tiştekî din navê. Divê çete ji malên me derkevin. Em bi hêvî ne Erdogan dest ji me berde, daku em vegerin ser erd û nav malên xwe. Efrîn ne erdê Erdogan e, erdê bav û bapîrên me ye."

Alîgirên hikûmeta Sûriyê jî di xwepêşandanê de bi tundî gefa operasyona Tirkiyê bo ser Til Rifatê şermezar kirin û daxwaza derxistina artêşa Tirkiyê ji Sûriyê kirin.

Xwepêşander Xalid Tobal dibêje "Ez hatime Til Rifetê daku ji kesê dûr û nêzîk re bibêjim, em qet Tirkiyeya dagîrkir piştîvana siyonizmê qebûl nakin,  em Amerîkaya dagîrker qebûl nakin û çeteyên cudaxwaz, tarîkxwaz û gawir qebûl nakin. Em cudaxwazan li ser erda Sûriyê qebûl nakin, ez dibêjim Sûriyeya xweştivî ji bakur heta başûr yek welat e, ez ti alayekî ji xeynî ala Komara Erebî ya Sûriyê qebûl nakim, kî qebûl dike û kî qebûl nake her ev e."

Xwepêşanderên Sûrî li Til Rifetê tekezî li ser wê yekê kirin ku tevî şerê deh salan, lê Sûriyê dimîne yek welat, û ew qet projeya Îxwan Mislimîn ku Tirkiyê piştîvaniya wê dike qebûl nakin.

Xwepêşander Elî Derwîş got "Îro em xelkê Til Rifetê û gundên derdorê yek helwêsta me heye, em dijî êrîşa Tirkiyê ne bo ser Til Rifatê û welatê me Sûriyê. Me di deh salên borî de projeya Ixwan Mislimîn bi serokatiya Erdogan û alîgirên wî ji nav bir. Îro em xwepêşandanê dikin, daku em ji hemû cîhanê re bibêjin, em li Sûriyê yek millet in û em li pey serokatiya xwe ya aqilmend in, daku em hemû axa welatê xwe rizgar bikin."

Di Sibata 2016an de, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê bajarokê Til Rifetê ji dest DAIŞê û grûpên radîkal ên girêdayî Tirkiyê derxist. Ji sala 2017an û heta niha bi dehan car firokeyên Tirkiyê Til Rifat bordûman kirine, herwiha her hefte grûpên çekdar ên ser bi Tikiyê Til Rifetê topbaran dikin. Di 11ê Cotmeha îsal de Serokkomarê Tikriyê Receb Tayyib Erdogan ragihand ku sebra wan nemaye û divê Til Rifetê ji dest hêzên Kurdî derxînin, lê heta niha ne Rûsya û ne Amerîkayê pirsa êrîşa Tirkiyê bo ser Til Rifetê yan cihekî din di bin desthilata HSDê de qebûl nakin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin