
Li Til Temirê şer û topbaran: 6 şervanan canê xwe ji dest dan
Di encama êriş û topbarana artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûrîyê de 6 şervanên ji Encûmena Serbazî ya Siryanî û pasevanên Xabûr canê xwe ji dest dan.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve, duh êrişî bakurê bajarê Til Temirê kirin li Rojavayê Kurdistanê.
Piştî wê êrişê şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Tirkîyê û grûpên çekdar ji alîyekî û şervanên Encûmena Serbazî ya Siryanî û pasevanên Xabûr ji alîyekî din ve derketin.
Herwiha topxaneya artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar çend gundên Xirîstîyanên Aşûrî li herêma Til Temir topbaran kirin
Di encama wan şer û pevçûnan û herwiha topbaranê de, 6 şervanên Xirîstîyan ji Encûmena Serbazî ya Suryanî û pasevanên Xabûr canê xwe ji dest dan.
Derbarê kuştîyên çekdarên ser bi Tirkîyê ve zanyarîyek nehatîye belavkirin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin