Li Tirkiyê bihayê rûn di nava salekê de %55 zêde bûye
.
Xebatkarên Şaredariya Rezan a Navçeya Navendî Ya Diyarbekirê ji ber îddayên ku di demên dawîn de firoşkarên rûn di depoyan de rûn vedişêrin derketin pişkinînê û di depoyên dikanan de gelek run hatin girtin. Ji ber îddayên ku wê rûn di bazarê de peyda nebe bihayê rûn bilind bibû û beşek firoşkaran jî rûn di depoyan de vidişartin.
Li Tirkiyeyê sala borî %80yê rûn ji Rûsya û Ukraynayê hatibû hinardekirin û ji ber şer jî îdda derketibûn ku dê qeyrana peydabuna rûn dest pê bike.
Li ser vê yekê hem bihayê rûn zêde bû hem jî welatiyan berê xwe dan dikanan ku rûn bistînin.
Li gelek deveran ber dikanan rêzên dirêj derketin holê û heta beşek dikanan di depoyên xwe de rûn vedişartin. Li ser vê yekê Şaredariya Rezan a Navçeya Navendî Ya Diyarbekirê dest bi pişkinînê kir.
Tîmên pişkinînê avêtin ser depoyan û di beşek ji depoyan de rûnê hatî veşartin hatin dîtin. Armanca veşdartina rûn ew e ku di demên pêş de dema qeyrana peydavuna run dest pê bike bi bihayeke bilind rûn were firoştin. Tîmên şaredariyê jî hember vê keysbaziyê derketin pişkinînê.
Wezîrê Çandiniyê Yê Tirkiyeyê Vahît Kîrîşçî jî amaje kir ku wan hember şerê Rûsya û Ukraynayê bi egera rûdana qeyrana run bergiriyên xwe standine ku eger hinarde raweste jî dê bi derfetên xwe yên navxweyî pêdiviyên run bikaribin dabîn bikin.
Ji aliyê Komeleya Pîşesaziya Rûn ve jî daxuyaniyek hat dayîn ku rûnê di destê Tirkiyeyê de dê heta 15 Nîsanê jî têra Tirkiyeyê bike û niha jî 15-16 keştiyên rûn ên ji Rusya –Ukraynayê bo Tirkiyeyê tên di rê de rawestiyane ku eger ew jî bên dê pirsgirêk nemîne lê ji ber ku niha şer heye ev yek bandorê li hemû cîhanê dike.
Li Tirkiyeyê bihayê rûn di nava salekê de %55 zêde bûye.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin