Li Tirkiyê careke din nirxê benzîn û motorînê zêde bû

Li Tirkiyê careke din nirxê benzîn û motorînê zêde bû

.

A+A-

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê benzînê 43 quruş û nirxê motorînê jî 66 quruş giran bû.

Ji ber guhertina nirxê petrola Brent û daketina lîreyê Tirkiyê li beramber diravên biyanî rojane nirxê pêdiviyên bingehîn li Tirkiyê bilind dibe.

Li gor medya Tikriyê, şevê din ji nîvê şevê û pê de, nirxê benzînê 43 quruş û yê motorînê jî 66 quruş giran bûye.

Li gor giranbûna di benzîn û motorînê de ku 9ê Gulanê çêbûye; li Stenbolê lîtreya motorînê bi 18,63 lîre û lîtreya benzînê jî bi 19,18 lîreyan e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin