Li Tirkîyê hejmara mirîyan ji ber vîrusa korona zêde dibe
Wezareta Tendirustîyê ya Tirkîyê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de 23 kes bi vîrusa Korona mirin, hejmara mirîyan bû 131 kes.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Şeva borî Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fahrettin Koca daneyên nû yên derbarê vîrusa Koronayê de belav kirin.
Li gor daxuyanîya Wezareta Tendirustîyê ya Tirkîyê hejmara testên ku heta naha hatine kirin 65 hezar û 446 in û hejmara pêketîyan jî gihiştîye 9 hezar û 217an.
Herwaha dîyar kir, di 24 demjimêrên borî de 23 kesan canê xwe jidest dane, bi vî awayî hejmara kesên bi virusa Korona li Tirkîyê canê xwe jidest dane gihîşt 131 kesan.
Ragihand jî, 568 nexweş di beşa nexweşîyên giran de ne. 394 nexweş entubasyonê de ne. Hejmara nexweşên ku heta nuha ji Koronayê rizgarbûne jî bû 105 kes.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin