
Li Tirkiyê nirxê Internetê ji sedî 70 zêde bû
.
A+A-
Kompanyaya TURK TELEKOMê lîsta xwe ya nirxê xizmetên înternetê nû kir û nirxê înternetê ji sedî 70 bilind kir.
Kompanyaya TURK TELEKOMê ku li 81 bajarên Tirkiyê tekane kompanyaya ku xizmeta înternetê dide, lîsta xwe ya nirxê xizmetên înternetê nû kir û li gor biryara nû nirxê înternetê ji sedî 70 hate bilindkirin.
Xelkê Tirkiyeyê piştî hilbijartinan bi awayekî diyar rûbirûyê bihabûnê dibin û ji bihabûna sotemeniyê heta zêdekirina bacan di gelek waran de bihabûn berdewam e.
Hefteya borî lîtreka gazoîlê nêzikê heşt lîre hatibû bihakirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin