Li Tirkiyê qedexeya malper û kanalan
Dadgeheke Tirkiyê, 136 melper û kanalên ser înternetê qedexe kirin.
A+A-
Dadgeheke Tirkiyê, 136 melper û kanalên ser înternetê qedexe kirin.
Dadgeha Sêyemîn ya Sizayê ya Enqereyê, li ser daxwaza, hêzên ewlekarî û cendermeyan, gihîştina 136 malper û kanelên înternetê asteng kirin.
Piraniya malperên hatine qedexekirin, yên nûçe û gotaran in û rexne li desthilata Tirkiyê digrin. Bi biryarê hesaba twîtterê ya Parlamentera HDPê Oya Ersoy jî heye.
Ersoy piştî biryarê da xuyakirin, bi vê biryarê parêzbendiyan parlamenteran hatiye binpê kirin û ewê derbarê dadwerên ku ev biryar dane, serî li dadgeha jor bide.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin