Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê 125 kesên din bi koronayê mirin
Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê di heyama 24 demjimêran de 125 kesan canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 801 pêketîyên din ên koronayê hatin tomarkirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca, dawîn amara pêkatî û qurbanîyên vîrusa koronaya nû (COVID-19) belav kirin.
Li gor daxuyanîya Fahrettîn Koca, di heyama 24 demjimêran de, 125 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane , 40 hezar û 427 test hatine kirin ku ji wan 4 hezar û 801 pêketîyên din ên koronayê hatine tomarkirin û herwiha 1415 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî hejmara kesên li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê bi koronayê canê xwe ji dest dane, gihişt 1518 kesan û hejmara pêketîyan jî bû 69 hezar û 392 kes.
Li gor dawîn amaran, li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê, heta niha, 1643 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane, 74 hezar û 193 kes bi koronayê ketine, 7 hezar û 89 pêketîyên koronayê baş bûne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin