Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 336 kes bi coronayê mirin
.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 28 hezar û 997 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 336 kes jî bi coronayê jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 241 hezar û 747 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 28 hezar û 997 ji wan pozîtîv bûye.
Li gor amarên nû, ji duh heta îro 336 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 38 hezar û 218 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 4 milyon û 926 hezar û 118 kesan û 41 hezar û 527 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 4 milyon û 554 hezar û 37 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 48 milyon û 229 hezar û 733 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin