Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 62 rojnamevan girtî ne
.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2021an de 2 rojmamevan hatine kuştin û 62 rojnamevan jî girtî ne.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li parêzgeha Amedê raporta 2021ê ya binpêkirinên dijî rojnamevanan bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Li gor amarên raporta Komeleyê di sala 2021an de 2 rojnamevan hatine kuştin û derbarê 51 rojnamevanan de jî lêpirsîn hatiye vekirin.
Li gor Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê herwiha 55 rojnamevan rûbirûyî êrîşê bûne û 47 rojnamevan jî bi 133 sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin. Li gor raportê di heyama salekê de hezar û 460 nûçe hatine astengkirin, 64 malper hatine girtin û 75 rojnamevan jî ji kar hatine derxistin.
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê da ku 4ê Çile roja 2yemîn salvegera damezrandina Komeleya wan e û got: “Wek DFG beriya 2 salan dema me dest bi vî karî kir, hêviya me ew bû ku cîhaneke azad û wekhev bê avakirin bû. Bo vê jî divê azadiya îfadeyê hebe û ya herî girîng jî bêguman azadiya çapemeniyê ye.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin