Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 76 baroyan li dijî bihayên elektrîkê daxuyaniyek belav kirin
.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 76 baroyan li dijî bihayên elektrîkê daxuyaniyek belav kirin û diyar kirin, enerjiya erzan mafekî bingehîn ê her kesî ye û gotin, em ê ji bo daxistina bihayên elektrîkê serî li rêyên yasayî bidin.
Di daxuyaniya ku baroyên Stenbol, Enqere, Îzmîr û Diyarbekirê jî di nav de hat eşkerekirin: “Piştî di 31ê Kanûna 2021ê de, tarîfeya firotina elektrîkê hat guhertin, bihayên elektrîkê bi awayekî sosret hatin zêdekirin. Guhertina tarîfeya bikaranîna elektrîkê li dijî xalên 2., 10. û 167an ên destûrê û li dijî xala 14. A Peymana Mafên Mirova Ewropayê ye.”
Ew baro destnîşan dikin: “Gihiştin û erzanbûna elektrîkê mafekî bingehîn ê mirovan e. Em 76 baro li dijî zêdekirina bihayên elektrîkê ne û divê bihayên elektrîkê ji bo welatiyan bên daxistin û em ji raya giştî re radigihînin ku, wê ji bo vê serî li hemû rêyên yasayî bidin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin