
Li Trabzon û Erzeromê karkerên Kurd ji aliyê Tirkên nîjadperest ve hatin lînçkirin
Li Trabzon û Erzeromê karkerên kurd rastî êrîşên nîjadperest bûn û di nava xwînê de man.
A+A-
Li navçeya Trabzonê, Beşîkduzuyê û navçeya Erzeromê Aşkaleyê karkerên kurd rastî êrîşên nîjadperest hatin. Karkerên ku li Beşîkduzu û Aşkaleyê li înşaetan dixebitîn, bûn armanca êrîşên dijwar û birîndar bûn.
Li gora agahiyan karkerên kurd ev demeke li Beşîkduzuyê jiber di nava xwe de bi Kurdî peyivîne û yên li Aşkaleyê jî, jiber xwedêgiravî di tiliya yekî ji wan de qustîlkeke ji rengên kesk, sor û zer hebûye bûne armanca êrîşan.Li gorî agahiyan di her du êrîşan de heşt karker birîndar bûne û ji êrîşkeran kes nehatiye girtin.
Weke tê zanîn ev demek e, Kurdên li bajarên tirk bi Kurdî dipeyivin rastî êrîşan tên.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin