Li Wan û Bedlîsê ji ber berfê rêyên 445 gundan hatin girtin
Li herdu parêzgehên wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 445 gundan hatin girtin. Li gor daxuyanîyekê ku ji alîyê Şarderîya Wanê ve hatîye belavkirin, li wê parêzgehê ji ber berfa zêde rêyên 359 gundan hatine girtin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Li gor Şaredarîya Wanê, ji şeva derbasbûyî ve heta vê sibê Duşemê barîna berfê li beşeke zêde ya navçeyê berdewam bû û ji ber vê yekê li bajarokên Şax û Payîzava rêyên hemû tax û gundên derdorê hatine girtin.
Herwiha li navenda bajarê Wanê jî berfeke zêde barîya ye û bandoreke nerênî li jîyana rojane ya welatîyan kirîye.
Ji ber berfê îro li 5 bajarokên Wanê dibistan hatin girtin û bo perwerde û fêrkarîyê rojek navber hat dayîn.
Li parêzgeha Bedlîsê jî ji ber berfê rêyên 84 gundan hatine girtin. Li wê parêzgehê tîmên paqijkirina rêyan li ser karên xwe berdewam in û hewl didin rêyan vekin.
Rûdaw
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin