Li Wan û Şirnexê 20 kes hatin destserkirin
.
Li parêzgehên Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê 20 kes bi hinceta “endamtiya PKKê” hatin desteserkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê parêzgariya Wanê ve hatiye belavkirin, hêzên ewlekariya Tirkiyê li parêzgehên Wan û Şirnexê bi hinceta “endamtî û alîkariya rêxisitina PKKê” operasyonek pêkanîn.
Di encama operasyonê de hêzên ewlekariyê avêtin ser çend malan û li Wan û Şirnexê bi giştî 20 kes desteserkirin.
Hat ragihandin ku kesên desteserkirî ji bo karûbarên îfadeyê bo Rêveberiya Ewlekariyê hatine birin.
Di van demên dawî de hêzên ewlekariya Tirkiyê bi hincetên cuda ên wek endamtî û propagandeya rêxistina PKKê, li parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên xwe zêde kirine û piraniya kêsên ku di operasyonan de tên destserkirin, endam û alîgirên HDPê ne.
Ev di demekê de ye ku hêzên ewlekariya Tirkiyê îro 16ê Adara 2022ê li Amedê jî operasyonek pêkanîbûn û di encam de 22 jinên ku di nav wan de Hevseroka Şaredariya Sûrê ya berê Filiz Buluttekin û rêveberên Komeleya Jinan a Ros hebûn destserkiribûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin