Li Wanê 130 kes bi Koronayê ketine û 6 kes jî mirine

Li Wanê 130 kes bi Koronayê ketine û 6 kes jî mirine

Parêzgarê Wanê di daxuyanîyekê de aşkere kir, heta niha li Wanê 130 kes bi Koronayê ketine û 6 kes jî jî ber Koronayê mirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Roja yekşemê 19.04.2020an Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bilmez di daxuyanîyekê de ragihand muxtarê gundê Xerabe ji ber ku derbarê kesên ji Stenbolê hatine gund agahî nedaye rayedarên pêwendîdar ji kar hatîye dûrxistin û di lêkolînan de, pişkinînên 22 kesan pozîtîf derketine.

Herwiha parêzgar Bîlmez aa zanîn, encamên vî gundî hejmara pêketîyên nexweşîya Koronayê li Wanê jî  zêdetirî ji 130 kesî ye. Bilmez got, heta niha li Wanê 6 kes canê xwe ji dest dane, rewşa tendirustîya 10 kesan xirab e û 33 kes jî baş bûne.

Cihê behsê ye yekem haleta mirinê li Wanê 31ê Adarê hataibû tomarkirin.

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin