Li Wanê bermayiyên kelha Urartuyan hat dîtin
.
Li navçeya Payizava ya Wanê li Bakurê Kurdistanê di xebatên erdkolandinê de li çiyayê ku bilindahiya wê 2 hezar û 900 metre ye bermayiyên kelha Urartuyan a 4 qedeme û odeyeke merzelê ya di nav zinar de hatiye çêkirin, hat dîtin.
Tîma serokê wan Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Rafet Çavuşoğlu ye ji bo berhemên dîrokî yên li navçeyê derxin holê xebatên Projeya Lêkolînên Rûyê Erdê ya Arkeolojiyê didomînin.
Rêvebirê Giştî ya Muzeyan û Hebûnên Çandî ya Wezareta Geştyarî û Çandê jî piştgiriyê dide van xebatan.
Tîmeke 10 kesên ji arkeolog, antropolog, dîrokzanên hunerê û akademîsyenan pêk tê, hilkişiyan Çiyayê Akê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 900 metre ye.
Çiyagerê pispor Mustafa Bîngol rêberiya ekîbê kir û piştî rêwitiyeke 3 saetan ew gihîştîn lûtkeya çiyayî.
Tîmê bermayiyên keeheke ji heyama Urartuyan a di dema metirsiyan de wek 4 qedeme tê bikaranîn, tê de kuleya çavdêriyê, çoya avê, maleke mezin û merzelekî di odeyê de dîtin.
Hat gotin ev di Heyama Navîn de ji aliyê rêvebirên Urartuyan ve hatiye bikaranîn.
Prof. Dr. Çavuşoglu diyar kir ku kelhe bi teknîka "pîramîdal" ve hatiye çêkirin û taybetmendiyên Urartuyan a klasîk di xwe de dihewîne.
Tîmeke 10 kesên pêk tê, hilkişiyan Çiyayê Akê
Çavuşoglu anî ziman ku dirêjiya kelhê 100 metre û berayiya wê jî 25 metre ye û wiha pê de çû: "Di hundirê wê de mekanên avahîsaziyê yên ji Heyama Navîn jî hene. Me dît ku başûrê Çiyayê Akê bi qedeme ji bo cihûwarbûnê hatiye bikaranîn. Di lûtkeya herî bilind de jî cihekî çavdêriyê heye. Çiyayê Akê ji hêla cihê xwe ve cihekî pir baş de ye û nêzîkî cihên derbasûnê ye. Ji ber ku ev der nêzîkî çavkaniyên avê ye jî hatiye hilbijartin.
Ji ber şertên avûhewayê û ji bo ku ji tavê bêtir sûdê bigirin hêla rojavayê başûr hatiye tercihkirin. Li dorûberê em rastî gelek perçeyên seramîk ên ji serdema Çaxa Navîn, Çaxa Hesin û Urartuyan hatin."
Tîmeke 10 kesên pêk tê, hilkişiyan Çiyayê Akê
Çavuşoglu got ku li rojavayê başûrê berateyê kelhê wan ciyekî jê re dibêjin "mala qerase" tesbît kir û wiha dewam kir: "Dîwarê derva yê vî cihî 2 metre ye. Ev der nexasim ji hêla heywandariyê pir girîng e, îro roj jî zozanek e ku pez lê diçêre. Li hêla başûr a kelhê 30 metre qanala avê heye ku li ser teht hatiye vekirin. Tiştekî girîng ê din jî merzelê teht e. Ev merzel di zikê tehtekî de hatiye vedan û bi qasî 10 metreyan ji erdê bilindtir e. Ji ber ku pir asê ye me nikaribû em derkevin, lewma me dronê dîmena wê kişand. Taybetiyên klasîk ên Urartuyan li xwe dihewîne."
Xwendekara doktorayê ya beşa arkeolojiyê Dilara Demirtaş a beşdara ekîbê jî diyar kir ku erdnîgariya Payizava pir asê ye û lewma jî piştî rêwîtiyên zor û zehmet li ciyên ku ew diçin, ew ciyên dîrokî tesbît dikin.
Tîmeke 10 kesên pêk tê, hilkişiyan Çiyayê Akê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin