Li Wanê êrişî goristanê hat kirin

Li Wanê êrişî goristanê hat kirin

.

A+A-

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku hinek kesan êrişî goristaneke wî bajarê Bakurê Kurdistanê kiriye û bi dehan gor hatine rûxandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hinek kesan êrişî Goristana Akkopruyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, êriş derengiya şêva sêşemê çêbûye û bi dehan gor hatine rûxandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê her wiha da zanîn ku wan giliyê wan kesan kiriye ku gor rûxandine.

Gorên hatine rûxandin ji aliyê karmendên şaredariyê ve careke din hatin çêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hinek dîmenên wê goristanê jî li ser hesabê xwe yê Xê belav kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin