Li Wanê û li Amedê du girtî mirine
.
Parlamenterê HDPyê Omer Farûk Gergerlîoglûyî gotiye: "Wesayeta cenazeyan nedane girtiyê siyasî yê kurd Şervan Can Guderê 20 salî ku li Wanê bi awayekî biguman miribû û gotibûn 'dilê wî sekiniye'." Îro jî Abdûllah Boranê 80 salî miriye.
Wesayita cenazeyan nedane Şervan Can Guderê 20 salî yê di 20ê Adarê de li Girtîgeha Wanê bi awayekî biguman miribû. Rêveberiya Girthigeha Wanê îdia kiriye ku ji ber dilê Guderî sekiniye, ew miriye.
Saziya Tiba Edlî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê jî di rapora xwe di nivîsiye ku dilê Guder sekiniye. Cenazeyê Guderî dane malbata wî. Malbata Guderî tevî parêzeran ji bo careke din otopsî li laşê wî were kirin, cenaze birine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê weşandiye, malbata Guderî gotiye ku ti newxeşiyeke wî ya domdar ango kronîk nebû, ti derman venedixwar. Malbata Guderî diyar kiriye ku mirina kurê wan "biguman e". Guder bi 18 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin.
Cenaze bi qemyonetê birine
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglûyî duh (23yê Adarê) aşkere kiriye ku ji bo Şervan Can Guderî wesayita cenazeyan nedane. Gergerlîoglûyî li ser hesabê xwe yê Twitterê ji Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdagî re gotiye, "Hûn çima karên wiha dijmirovî dikin?"
Gergerlîoglûyî vîdeoyek jî weşandiye ku tê de cenazeyê Guderî li paş kamyonetekê ye û bi wî şêweyî dibin. Gergerlîoglûyî gotiye: "Şermeke din ji bo Tirkiyeyê! Wesayita cenazeyan nedan girtiyê siyasî yê kurd Şervan Can Guderê 20 salî ku li Wan Fyê bi awayekê biguman miriye û gotine "dilê wî sekiniye'. Lê ew girtîgeha dewletê miribû! Hûn çima karên wiha dijmirovî dikin?"
HDPyê pirs arasteyî Bozdagî kirine
Parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê Saît Dedeyî jî pirsyarnameyek pêşkêşî Parlamentoyê kiriye û xwestiye Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsên wî bibersivîne.
Dedeyî gotiye, “Di nava civakê de ew şik û guman hene ku Guder li girtîgehê hatiye kuştin an jî ew terkî mirinê kirine."
Girtiyekî 80 salî jî li girtîgehê miriye
Îro jî girtiyek li girtîgehê miriye. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê Abdûllah Boran ê 80 salî li Nexweşxaneya Perwerdeyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlî miriye. Piştî zanyariya mirina Boranî gihîştiye malbata wî, malbat çûye nexweşxaneyê û cenazeyê Boranî wergirtiye. Cenaze birine navçeya Bismilê. Cenazeyê Boran li gundê Tezekan ê navçeyê hatiye binaxkirin.
Li gorî heman nûçeyê Boran, di sala 1997an de bi tohmeta ku "xwestiye yekîtiyê xera bike û hevgirtina dewletê têk bibe" hatiye girtin û cezayê miebetê lê birîne. Boran 26 sal in girtî bû û beriya du salan bi nexweşiya pençeşêra rêviyan ketiye. Boran 7 meh bûye li beşa nexweşiyên giran Nexweşxaneya Perwerdeyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlî destê wî kelemçekirî dihate dermankirin.
Mirinên biguman ên li girtîgehan
Sezer Alan li Girtîgeha Tîpa Syê ya Îdirê di 20ê Sibatê de bi awayekî bigûman miribû. Alan roja 19ê Sibatê bi malbata xwe re hevdîtin kiribû û gotibû, gardiyan îşkence li wî kirine û du rojan xwîn ji mîza wî hatiye.
Li heman girtîgehê Sînan Kayayê 28 salî di 17ê Adarê de bi awayekî biguman miriye
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin