Li Wêjegehê du gotûbêjên bi kurdî

Li Wêjegehê du gotûbêjên bi kurdî

.

A+A-

Wêjegeh Amed ku li Amedê xebatên xwe yên wêjeyî didomîne vê mehê du bernameyên wan ên bi kurdî hene.
Ya pêşî ligel nivîskar û rojnameger Bêrîvan Karatorak e.

Karatorak ku rojnamegerîyê dike romana wê ya pêşî bi navê “Strî” ji Weşanên Belkîyê derket. Roman, behsa jiyana gundiyên li gundekî dike ku rojekê bûyereke nepayî lê diqewime û bi wê bûyerê jiyana hemû gundiyan diguhere. Bi moderatoriya Semîha Yildiz ligel Bêrîvan Karatorak gotûbêjek wê li dar bikeve. Gotûbêj, 14’ê mehê saet 15.00’an de li dar dikeve.


Xebata din a bi kurdî jî ligel rojnameger Enwer Yilmaz e. Enwer Yilmaz edîtorê malpera Zazakî Newsê ye. Di vê gotûbêjê de Yilmaz wê li ser “Gelo kirmanckî ku li ber talûkeya jinavçûnê ye, çi qas cî digire di medyaya dîjîtal de? Xebatên Kirmanckî yên ku di medyaya dîjîtal de tên kirin, çi ne?” biaxive. Gotûbêj 28’ê mehê saet 15.00’an de ye.

 

Çavkanî: Diyarname

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin